Bugun...



Li Wanê bernameye ka têr û tijî: Cejna Zimanê Kurdî

Li Wanê bi minesebeta 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, ji aliyê Desteya Ziman a Baroya Wanê ve bername ke têr û tijî hat darxistin. Di bernamêde Çîrokbêj Ayhan Erkmen, ji ser sazkirina kovara Hewarê û heman demê de ser bûyerê qewîmîne ê demê de pêşkeşvaniya çirokbêjiyê kir..

facebook-paylas
Güncelleme: 12-05-2026 15:35:42 Tarih: 11-05-2026 22:03

Li Wanê bernameye ka têr û tijî: Cejna Zimanê Kurdî

Hunermend û çîrokbêjê Kurd Ayhan Erkmen bi lîstika “Hawar”ê re temaşevanan bir ser rêwîtiyeke dîrokî û çandî. Lîstik, ku ji jiyana rewşenbîrê Kurd Celadet Ali Bedirxan û kovara Hawarê îlhama xwe digire, bi helbest, stran û vegotinên dramatîk hate pêşkêşkirin.

 

Di navenda lîstikê de Hawar, kovara ku di 15’ê Gulanê 1932’an de li Şamê dest bi weşanê kiribû, wekî sembola vejandina ziman û edebiyata Kurdî tê nîşandan. Çîrok û bûyerên ku ji wê kovarê hatine hilbijartin, bi şêwazekî hunerî li ser sehneyê hatin canlandırin. Temaşevan bi hevra helbestan û stranên klasîk, xwe di nav atmosferê dîrokî yê wê demê de dîtin.

 

Lîstikê girîngiyeke taybet da fikrên Bedirxan li ser zimanê dayikê. Peyamên wekî “Ziman şertê hebûnê ye” û “Kurdî ruh û çermê me ye” di performansan de wekî bingeha berhemê derketin pêş. Berhem, di heman demê de rola pêşeng a Bedirxan di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de jî diyar kir.

 

Di pêşandanê de hevaltî û têkiliyên Bedirxan bi kesayetiyên Kurd ên wê serdemê re jî cih girt. Têkiliya wî bi Ehmedê Fermanê Kîkî, Şêx Evdirrehmanê Garisî, Haco Axa û Memduh Selim Bey, herwiha çîroka evîna wî bi Rewşen Xanımê re, bi awayekî hestyar hate vegotin.

 

Ayhan Erkmen di lîstikê de herwiha stranên “Tirsim Bimirim Dilo Heyran”, “Dewrêşê Evdî” û “Were Dotmam” jî got. Performansa hunermendî ya Erkmen ji aliyê temaşevanan ve bi alkış û heyranî hate pêşwazîkirin.

 

 

 




Bu haber 428 defa okunmuştur.


Etiketler :

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER KÜLTÜR SANAT Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARŞİVİ
GAZETEMİZ

Web sitemize nasıl ulaştınız?


nöbetçi eczaneler
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI