|
Tweet |
Vekirina qursên ziman bi amadebûna Hevşaredar Canan Ûzûnay û Tahir Şapkaci, Hevserokê KURDÎGEHÊ Mesût Kertîş, endamên Kurdigehê, Berdevkê Hevpar ê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya DEMê Heval Dilbihar, endamên meclîsê û welatiyan pêk hat.
Hevşaredar Ûzûnay û Şapkaci Giringiya Ziman Derxistin Pêş
Hevşaredar Canan Ûzûnay giringiya parastina ziman tekez kir û diyar kir ku şaredarî di hewldanên xwe yên ji bo zimanê Kurdî û zimanên din de kêm maye. Ûzûnay, ku diyar kir ew ê berpirsiyariya pêşxistina zimanê Kurdî li hemû waran bigirin ser xwe, bang li tevahiya gel kir ku beşdarî qursên zimanê Kurdî û Farisî yên nû vekirî bibin û serkeftina wan xwest.
Hevserok Tahir Şapkaci, girîngiya zimanê dayik di jiyanê de tekez kir û got, "Zimanê dayik bi xwe jiyan e. Divê em zimanê xwe yê dayik di her aliyê jiyanê de biparêzin. Bi taybetî, divê malên me ji bo me wek dibistan bin," wî got.
Dersa yekem a qursê ji aliyê Çetîn Ergîn, endamê Kurdigehê ve hate dayîn, ku wî girîngiya zimanê Kurdî di nexşeya zimanî de destnîşan kir.
Digel ku qursa zimanê Kurdî hefteyê du caran li Galeriya Hunerê û avahiya şaredariyê tê lidarxistin, hatiye plankirin ku qursa Farisî di meha Gulanê de dest pê bike.