beylikdüzü escort beylikdüzü escort escort beylikdüzü beylikdüzü escort bayan beylikdüzü escort beylikdüzü escort
Bugun...



Ji bo perwerda zimanê dayîkê daxuyanî hat dayîn

Eğitim Sen’a Şaxa Wan’ê ji bo ku perwerdeya zimanê dayikê were dayîn daxuyanî da..

facebook-paylas
Tarih: 06-09-2024 16:17

Ji bo perwerda zimanê dayîkê daxuyanî hat dayîn

Daxuyanî aliyê nûnertiya Eğitim-Sen'ê we hat dayîn.

Di daxuyanîyê de ew hatin bilêvkirin "Maf, ji zikmakî dest pê dike û mafên kes/ayetî yên mirovî hem di makezagonên dewletan de hem jî di peymanên navneteweyî de hatine parastin. Wekî mafê jiyankirinê hin taybetmendîyên mafên bingehîn hene ku li her derê cîhanê derbasdar in ango gerdûnî ne. 

Mafê perwerdehîyê jî yek ji wan mafên bingehîn e. Perwerdedîtin ji bo her zarok mafekî esasî ye ku di gelek peyman û danezanên navneteweyî yên mafên zarokan de bi cih girtîye. Pedagojî jî vê esasê piştrast dike û herwiha mafê/rêgeza (prensîp) perwerdehîya bi zimanê zikmakîyê ji bo derûnî (psîkolojî) û pêşketina kesayetîya zarokan, fêmkirin û hînbûna waneyan (ders) herî girîng dibîne.
Di roja me de ji hêla mijara perwerdehîya bi zimanê zikmakî ve pergal/modela perwerdehîya welatan curbicur in. Welatên wekî Afrîkaya Başûrî, Amerîka, Almanya, Belçîka, Bolîvya, Çîn, Fransa, Hindistan, Hollanda, Îsraîl, Îran, Îraq, Kanada, Spanya, Swêd, Swîsre wek perwerdehîya pirzimanî-duzimanî ji bilî perwerdehîya zimanê fermî di zimanê klan-kêmîneyan û gelên dîtir de jî perwerdehî tête dayîn ango bi zimanê xwe perwerdehî dibînin. Di gel pirzimanî-duzimanîya van welatên ku girîngîyê didin mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî; Tirkîye, ku her çiqas di nav sînorên xwe de ji sihî zêdetir grûbên etnîk (kêmîne, gel) ên cuda hebin jî, di pergala perwerdehîya xwe de wekî zimanê zikmakî bi tenê yekzimanî -bi tirkî- perwerdehî dide. Ev feraseta perwerdehîyê ya Tirkîyeyê hem ji alîyê mafên mirovan ve hem jî ji alîyê pedagojîyê ve gelek encamên neyînî derdixîne.   
Li Tirkîyeyê, her sal li gel vebûna dibistanan bi sed hezaran zarokên zimanê wan ne Tirkî, ji perwerdehîya bi zimanê zikmakî bêpar dimînin. Û ev jî di nav xwendekaran de dibin sedemên biserneketin, paşdemayîn, derûnîxirabûn, jixwenebawerîbûn û her wekî dinê. Mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî wekî mafê jînê, parçeyekî mafên mirov ên bingehîn e ku mirov bi mafên xwe mirov e.   
Ji bo ku perwerdeya zimanê dayikê were dayîn, em daxwaz dikin ku xalên astengdar ên Makeqanûnê werin guhertin. Di peymanên navneteweyî de yên ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, mafê perwerdeya zimanê dayikê hatiye misogerkirin. Divê rayedar li gor wan peymanên ku îmze kirine tevbigerin û gavên pêwîst biavêjin.
Em bang li rayedarên dewletê dikin ku hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî rakin. Bila zimanê Kurdî ji pêşdibistanê heya zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Berî her tiştî şert e ku statûyek Kurdî hebe û ev statû bi zagon û destûra bingehîn bê parastin.  
Em Wek Egitim Sen Çi Dixwazin?
Hemû ziman ji çanda mirovahîyê tên û hemû jî wekhev in. Ji bo wekhevîyê azadîya çand û huner û zimanan dixwazin.
Perwerdehîya bi zimanê zikmakî mafê sereke ye. Bi hemû zimanên li vî welatî perwedehîya bi zimanê zikmakî dixwazin.
Qedexekirina zimanekî kuştina ziman û çandekê ye. Qedexeya li ser kurdî divê bi lez bê rakirin.
Di gelek dewletan de bi pirzimanî û yan jî bi duzimanî perwerde tên kirin. Kurdî jî bila bibe zimanê fermî û perwerdehîyê. 
Bi zimanê dayîkê perwerdebûn mafê her zarokekê ye. Em bi zimanê her zarokekî/ê perwerdehîyê dixwazin.
Divê her zimanê li vî welatî û xasma jî kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehîyê. 
Divê zaningehên bi zimanê kurdî vebin.
Em dersa hilbijarî bi têrê nabînin û em perwerdehîya bi kurdî dixwazin.
Hemû astengîyên li ser çand û hunera zimanê zikmakî divê bên rakirin.
Ji bo pêşxistina her zimanî çavkanîyên aborî divê bên veqetandin.
“ Mafê perwerdahîya zimanê zikmakî yek ji mafê mirovan yên esasî ye.”
Bê ziman jiyan nabe"


 




Bu haber 526 defa okunmuştur.


Etiketler : vanhabermerkezi

FACEBOOK YORUM
Yorum

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER GÜNDEM Haberleri

YAZARLAR
ÇOK OKUNAN HABERLER
  • BUGÜN
  • BU HAFTA
  • BU AY
SON YORUMLANANLAR
  • HABERLER
  • VİDEOLAR
HABER ARŞİVİ
GAZETEMİZ

Web sitemize nasıl ulaştınız?


nöbetçi eczaneler
HABER ARA
Bizi Takip Edin :
Facebook Twitter Google Youtube RSS
YUKARI YUKARI