|
Tweet |
Gelek kes tevlî meş û daxuyanîyê bun.
Daxuyanî ser navê girseyê Rojbin Bor xand. Bor, daxuyanîyêde wuha got "Li Turkiyeyê Serdema Hîndekarî û Perwerdehiyê ya 2024-2025 an, dîsa wek her sal di bin siya polîtikayên bişaftinê ya hovane de, bêy ku zarokên Kurdan bi zimanê dayîkê perwerde bibînin û bi hemû teknolojiya xwe, îro dest pê kir. Ji bo zarokên Kurdan ev roj dubarekirina bişaftina hovane ye. Zimanê li malê hîn bûne û yê li dibîstanê hîn dibin li hev nayê. Zarok di navbera du zimanan de bêziman dimînin.
Ji bo wê, hin malbat dev ji Kurdî berdidin. Bi zarokên xwe re êdî bi Tirkî xeber didin. Bi vê şêwazê him bişavtin û him jî xwebişavtin roj bi roj pêş ve diçe û ziman û çanda gelê Kurdî ber bi tunebûnê ve diçe.
Li Turkiyê politikaya bişaftinê bi avakirina Komarê re dest pê dike. Komara Tirkiyê zimanê xwe û çanda xwe li ser tunekirina zimanên din, li ser înkara komên etnîkî û gel û neteweyên din ava kirin. Pergala xwe li gorî netewedewletê, ango li gor yek ziman, yek mîlet û yek çandê ava kirin. Dewleta xwe li ser esasen nijadperestiyê ava kirin. Ji bona wê di dibistanên fermî de jî kar û barên xwe li gorî vê hişmendiyê didin meşandin.
Mafên zarokên kurdan hene bi zimanê dayîkê perwerde bibinin.. Di vî warî de, divê Turkiye li gorî Peymanên Navdewletî tevbigere, ne li gorî huqûqa qolonyaliyê tevbigere.
Divê pêşiya zimanê Kurdî bi tevayî were vekirin.
Em wek Arsîsa û hemû sazî û dezgeyên Kurdîstanî dibêjin bila zimanê Kurdî bibe Zimanê fermî û zimanê perwerdehîyê. Perwerdehiya bi Kurdî daxwaza sereke ya gelê Kurd e. Perwerdehiya bi zimanê dayîkê pir girîng e. Ji bo Kurdan pîvana welathezî û neteweperweriyê ya sereke axaftina bi Kurdî ye. Ziman di serî de li dibistanan û di hemû sazî û dezgeyên civakî de neyê bi karanîn ev ziman bi pêş nakeve.
Li gor pedegojiyê jî, dema zarok zimanê dayîkê baş hîn nebe û nizanibe, bixwebaweriya wê/î kêm dibe. Wêrekiya wê/î wenda dibe. Ji jiyana civakê ditirse. Di kesayetiya wê de, di xuy û xusetê wê de, lawazî û qelsî çê dibe.
Li gorî Peymana Yekitiya Neteweyan, mafên her zorokî/ê heye ku bi zimnê dayîkê perwerde bibine û zimanê xwe bi kar bîne. Li Turkiyê, Zarokên Kurdan ji vî mafên xwe yê rewa û xwezayî bêpar tên hiştin.
Bangawaziye me ya sereke ji dewletê ev e. Em dibêjin, çand û zimanê Kurdî ji aliyê Dewletê ve di çarçoweyeke teng de nehêlin. Pêşiya çand û Zimanê Kurdî vekin. Bila Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û hîndekariyê yê duyemîn. Her tişt li ser esasen wekheviyê çareser dibe. Ev jî di bipergalên demokratik de pêkan e.
Herwiha bangawaziya me ji bo gelê Kurd û siyasetmedarên kurd jî ev e: Bila siyaseta Kurd, Kurdî paşguh mekin. Bila Kurdî bi kar bînin. Bi vê şêwazê qada xwe ya rewa firehtir bikin. Bila xwedîlêderketina îdari û siyasî ya çand û zimanê Kurdî êdî bibe peywira bingehîn ya siyasete Kurd.
Bangawaziya me ya ji bo malbatên Kurd re jî ev e: Pirsgirêka gelê Kurd ya herî xemgîn, xwepişaftin e. Xwe ji çand û zimanê xwe dûr nexin. Zimanê û çanda me bingeha hiş, bîr û baweriya me ye. Em wî di nasandina dinyayê, nasandina çand û dîroka xwe de bi kar tînin. Sînorê zimanê me sînorê cihana me ye. Em zimanê xwe bikin zimanê axaftina rojane.
Pêşketina zimên bi bikaranîna wî ve girêdahi ye. Bi asta xwendin, nivîsandin û axaftina wî ve girêdahi ye.
Bi pêşketina zimanê Kurdî, di nava zimanê cihanê de ew ê Kurdî cihê xwe " anı ziman..