![]() |
Tweet |
Li Wanê bi pêşengiya komela ziman ARSÎSA yê daxuyanîya çapemeniyê hat dayîn. Gelek kes tevlî daxuyanîyê bun.Daxuyanî ji aliyê rêveberê ARSÎSA yê Şevket Açar ve hat xwandin.
Acar daxuyanîyê de evan anî ziman "Îro serê sibehê polîsan di ser komeleya ziman MED-DERê û Payîz Pirtûkê de ku li Amedê ne girtin. Di encama serdegirtinê de gelek xebatkarên zimanê kurdî hatine binçavkirin.Em baş dizanin ku ev êrişên wiha li dijî zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên gelê kurd in. Ev êriş li dijî daxwaza gelê kurd a azadiya zimanê kurdî, perwerdeya bi kurdî, statuzekirin û fermîkirina zimanê kurdî ne.
Û em baş dizanin ku ev êriş parçeyek ji êrişên li dijî hemû nirxên me kurdan ên dîrokî, neteweyî û civakî ne; parçeyek ji dorpêçkirin, tecrîd û hewldanên ji holêrakirikirina têkoşîna azadiya gelê kurd in. Ev êriş jî wek hemû êrişên din bi taybetî parçeyek ji tecrîda li ser birêz Evdilah Ocalan û hemû dîlgirtiyên azadiyê ye.
Ji ber vê divê hêzên serdest û desthilatdar, pergala AKP û MHPê ya nîjatperest û faşîzan baş bizanin ku em ê li dijî êrişên wiha heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin. Bi taybetî em careke din tînin bîra wan ku zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasname û nirxê me kurdan ê bingehîn e. Xeta me ya herî sor a neteweyî ye. Divê baş bizanin ku zimanê kurdî ne tenê nirxê neteweya kurd e, di heman demê de nirxekî bingehîn ê mirovahiyê ye. Ji dîrokê heta îro ji gelek ziman, çand û ramanên civakî re bûye jêderk û çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê yekê her cureyên êrişên li ser zimanê kurdî ne tenê êrişên li ser me kurdan in, di heman demê de êrişên li ser mirovahiyê ne; hovîtî û sucekî li dijî
mirovahiyê ne.
Divê hêzên ku êrişî saziyên zimanê kurdî dikin û dixwazin têkoşîn û xebatên zimanê kurdî ji holê rakin û dixwazin dor li zimanê kurdî bigirin, dorpêç bikin û di nava demê de bihelînin û ji holê rakin baş bizanin ku; em kurd bi dehan sal in ji bo azadiya ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî têkoşîneke bêhempa didin, me li dijî tu zext û êrişan serî netewandiye û dê tu caran jî serî netewînin û têkoşîna xwe her dem û li derê xurtir û betfirehtir bikin. Berdêla wê çi be bila bibe em ê bi tu awayî ji têkoşîna xwe ya ji bo serbestî, azadî, fermîbûn, perwerde û statuya kurdî gav paşve neavêjin.
Li ser vê bingehê em hemû êrişên li ser zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bi tundî şermezar dikin û ji hêzên desthilatdar re dibêjin hemû hevalên me yên di bin çavan de demildest serbest berdin; li şûna êrişan hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê, zimanê fermî û xwedî statu di makezagona xwe de guhertinên pêwîst pêk bînin û çi pêwîst be bikin. Ji bo vê jî tecrîda li ser birêz Evdilah Ocalan rakin, ji bo çareseriyeke demokratîk hevdîtinan bidin destpêkirin.
Û em bi taybetî bang û gazî li hemû gelê xwe, hemû partî, sazî, platform, rewşenbîr, hunermend û derdorên civakparêz. zimanparêz, welatparêz, şoreşger, demokrat, mirovahîparêz û xwedî wijdan dikin ku em bi hiş û giyanê seferberiyê li her qadê têkoşîna ji bo zimanê kurdî û hemû nirxên neteweya kurd bilind bikin, hemû kurd bibin kurdîparêz, bibin têkoşerên zimanê kurdî, her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngehên kurdî; û ji bîr nekin ku êrişên li ser zimanê kurdî û tecrîda li ser birêz Evdilah Ocalan rasterast bi hev re têkildar e. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê jî rêxistinbûn û têkoşîna xwe li her qadî bilindtir û firehtir bikin.
Li ser vê bingehê em dibêjin:
Zimanê kurdî hebûn û rûmeta me ye!
Bijî zimanê kurdî!
Her bijî têkoşîna ji bo zimanê kurdî!
Ji bo zimanê kurdî her dem û her der têkoşîn, rêxistinbûn û xebat! "